Kovara Hawar ji Celadet Elî Bedirxan ve 15 gulana 1932 nde hejmara xwe yekemîn dest bi weşanê dike. Heta 1943 jî weşana kovara Hawar didome.Di kovara Hawarê de derbarê ziman , ferheng û rewşembîrîya Kurdan de gelek agahî dihewîne.
Hejmara yekem de Celadet Elî Bedirxan wiha dibêje
"Hawar zarokeke nûza ye. Zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweyîtiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijî.
Her kes her kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji bilî diayê pêve tiştek nayê. Belê, tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê".
Hûn jî dikarin agahî û hizrên xwe derbarê kovara Hawar de binvîsin ?