Wisa dixûyê ku ev cara yekem e tu hatî vir.Ji bo şandina pirsan tu jî bibe endam(qeyd bibe).Pirsekî ku tu bersiva (cevab) wî dizanî bibersivîne. (Rêveberî)
184 dîtin
ewil beşa Pirsên Kurdî 'de Ji aliyê

Mîr Celadet Elî Bedirxan kî ye ? Navbera kîjan salan de jîya ye û Mîr Celadet Elî Bedirxan bo Kurdan çi kirîye ? 

image

1 bersiv

0 deng
ewil Ji aliyê

Mîr Celadet Elî Bedirxan kurê Emîn Elî Bedirxan e, ew piştî ku dewleta Turkan malbata wan bi zorê koçê stenbolê kirin, ew li stenbolê roja 26.04.1893 'yan hatiye dinê û roja 15.07.1951 'an li bajarê Şamê koҫa dawî kiriya û ji qada xebat û têkoşînê bar kiriye. 

Mîr Celadet Elî Bedirxan yek ji ronakbîrên wê demê bu, ku karê xwe weke Nivîskar, rojnemevan, siyasetmedar bi rê ve dibir, piştî dema sorgoniyê li stenbolê ew diҫê Dibistanê û di dema cenga Cîhanê ya yekem de ew weke leşkerê Osmaniyan diҫê şerê Russan li devera Kaukasus, ew weke hemu endamên malbatê xwe dibê endamê "Kurdistan Tealî Cemyatî" . 
Sala 1922an ligel birayê xwe Kamîran diҫê Elmanya, li xwendegeha bilind ya Mûnchen ,beşê Rojnemevaniyê dixwênê, wî pir ziman dizanîn, Ferensî, Elmanî, Russî, Erebî, Turkî û Kurdî. Ew dijî Kemaliyê bu, ji ber ku ew dijî avakirina dewleteke Kurdî bu, sala 1927an tê Sûriya û li Lubnanê rêxistina Xoybun di damezirênin û dibê serokê wê, piştî şikestina serhildana Araratê, berê xwe didê Îranê, lê ji bo sedema xebata wî Şahê Îranê wî ji Îran derdixê, bi rêka Îraqê sala 1930î tê Sûriya. Wî pir kar bo nivîsa kurdî kirin , du rojname bi Kurdî di weşandin, "Hawar" û "Ronahî" sala 1935an ligel keҫama xwe Rewşen dizewicê ,kurek jêre ҫêdibê navê wî dike Cemşîd, û keҫek navê wê dikê Sînemxan
Pirtûkên Mîr Celadet Elî Bedirxan  : Nivêjên Êzîdiyan, Ji mesela Kurdistanê, Emîr Celadet Bedirxan û Roger Lescot û giramêra Kurdî. Tevlu hemî kar û barên wî, kula wî ew bu ku bikarê karekî şoreşî bikar bênê û cardin welatê xwe rezgar bikê, wî dikarî bê devera Terbespiyê û hêzeke Kurd ava bikê û herê Bakurê Kurdistanê, şerê Turkan bikê , lê mixabin ew yek bi ser neket, piştî ҫûna wan bo devera Bagokê û amadekariya Şoreşê bikin, mixabin hêza wan ji sedemên navxweyî ji derb ketin û cardin vegerihan binya xetê, ew kul pêre ҫû û bi cih nehat.
...