Wisa dixûyê ku ev cara yekem e tu hatî vir.Ji bo şandina pirsan tu jî bibe endam(qeyd bibe).Pirsekî ku tu bersiva (cevab) wî dizanî bibersivîne. (Rêveberî)
126 dîtin
ewil beşa Pirsên Kurdî 'de Ji aliyê

Kovara Ronahî çi ye ? 

Ronahî navbera kîjan salan de weşanê xwe kir ?

Kovara Ronahî bi kîjan zimanan weşana xwe kir ?

Mîjarên ku li ser Ronahî dihatine weşandin çi bûn ?

Kovara Ronahî ji aliyê kî/ê ve hatiye saz kirin ?

Hûn ji bo Kovara Ronahî çi difikirin ?

1 bersiv

0 deng
ewil Ji aliyê

Kovara Ronahî kovarek mehanî bû. Ji alî Celadet Alî BedirXan ve di sala 1942an hetanî sala 1944an hate weşandinê. Ronahî hemû li ser hev 28 hejmar derket. kovar her 15'de roja jimar derdiket Ronahî xwerû bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmancîya jorîn û bi tîpên Latînî bû. 
Kovara Ronahî di germiya şerê cîhanê yê duyem de hate weşandinê. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer e. Nûçeyên şer, çekên nû derketî, rewşa cepha şer, jiyana gelan, lehengiya leşkeran, qehremaniya fermandaran û hwd, hemû di nav rûpelên Ronahî’yê de cîh girtine. Kovara Ronahî li dij Faşîzm û Nazîzmê bû. Kovar bi her awayî pesnê şerê cepha demokrasiyê didan û li dij Faşîzmê radiwestiya. Kovara Ronahî bi nûçeyên şer, gotar, çîrok, şîrove û wêneyên xwe ve kovarek magazîna nûçeyên şer bû. Loma jî pirraniya nûçe û wêneyên wê li ser şer bû. Lê, li gel van nûçeyên şer jî, di nav rûpelên Kovara Ronahî de li ser folklor û wêjeya kurdî jî gelek nivîs hene.
Ev nivîs ji wikipedia kurdî hatiye girtin.


...