tirsik.net yekemîn ferhenga înteraktîf ya kurdî ye.
Di 29ê gulana 2013an de dest bi weşanê kir. Damezrînerê wê bijîşkekî Sêrtî ye ku bi navê Simurg56 nivîskar e.
Dibe ku hin ji we bêjin, ferhenga înteraktîf çi ye? Û her wiha mafdar in jî. Ez bersiva vê yekê jî bidim. Di ferhengên înteraktîf de her kes dikare di derbarê mijareke de tiştekî binivîse, lê li gorî formata malperê.
Mînak: di bin mijara "pirsname.com" de kesê bixwaze dikarê qala armanca wê bike an jî dikare sala destpêke weşana wê bike û hwd.