Peyva alfabe ji du tîpên destpêkîyên alfabeya Yûnanî ( alpha û beta ) tê ku ew bixwe jî rîşeya xwe ji alfabeya fînîqî werdigirin .
Alfabe komek nîşan û nimad in ku ji bo nîşandana dengên zimanekî bi awayê diyar û berçav tê bikar anîn .Li bara alfabeya Kurdî du alîgir hene : Yên ku alîgirê tîpên erebî ( aramî ) ne û yên ku alfabeya latînî baştir dibînin .Îro kes nikare tu zimanî nîşan bide ku tîpên wê û dengê ku ji gewrîya axêverên wê derdikeve ji sedî sed yek bin . Zimannasî ( ne zimanzanî, wekî ku gelek caran bi şaşî bikar tê, zimanzan : kesê ku yek an çend zimanan dizane ) îro bûye zanisteka pirr berfireh û îsbat kiriye ku hetanî awayê bilêvkirina du endamên malbatekê jî wekhev nîne .
Di zimannasîyê da zagona Aborîya Ziman heye ku wiha dibêje ;
Divê ji her karê zimanî da,kêmtirîn hêz û xwerûtirîn rê bê hilbijartin .
Xwerûtirîn, di naveroka vê da ev jî heye : Her çiqasî hejmara tîpên alfabeya zimanekî zêde be, ewqasî astengîyên fêrbûna wî zimanî pirtir dibin . Îro hejmara tîpên alfabeya Kurdîya Kurmancî 31 e . Zagona navlêbirî heya radeyekê di alfabeya heyî ha cihê xwe girtiye .
Mînak :
Eger bi tîpên erebî ( aramî ) ku niha Soranî piranî bi wê tê nivîsîn peyva Ewr, Erd, Emer, …binivîsin, wiha dibe : عه ور – عه رد – عه مه ر – …
Di awayê latînî da diyar nîne tîpên gewrîyê ne, lê di bilêvkirinê da di gewrîyê da tên bilêv kirin . Bi awayê erebî him di gewrîyê da tên bilêv kirin him jî di tîpan da diyar e .
Lê heman peyvan, bi tîpa latînî wiha dinivîsin : Ewr, Erd, Emer
Yanê,nivîsa û bilêvkirina ewan yek nîne . Lê eger em bixwazin, tîpnivîsîya van peyvan ji tîpên latînî ber bi erebî ( aramî ) bikin, wiha dibe ; ئه ور –ئه رد – ئه مه ر – …
Eger Kurd bixawin ji bo nîşandana dengê rastîn ( heyî ) ji bo tîpa ع li ser E nîşanekê dînin ( wekî É,È,Ë,… ), wê demê divê hejmara tîpên Kurdî zêde be . Ji ber rastîya pêşketina teknolojîyê û vê yekê ku klaviye divê xwerûtir be, nivîsîna van peyvan di klaviye da rihet nîne .
Ev yek sa tîpa H jî durust e .
Alfabeya latînî û erebî : kîjan baştir e ?
Alîgirê her duyan jî hene . Piranîya alîgirên alfabeya erebî soranî-axêv û yên latînî jî kurmancê-axêv in .
Ez digel alfabeya latînî me û sebebên wê jî ev in :
1- Tîpên latînî digel teknolojîya îroyîn sazgartir in . Rastî ev e ku Internet roleka girîng di jiyana îroyîn da dilîze û di vê pêvajoyê da tîpên aramî nikarin baş bersivê bidin .
2- Zimanê înglîsî wekî zimanekî navneteweyî li her welatî li perwerdeyê da heye û loma jî her kes tîpên latînî fêr dibin, lê tenê di welatên erebî û hin (ne gişt) welatên misilman da tîpên erebî tên hîn kirin . Rastî ev e ku piranîya Kurmancan li Bakûr in û li pergala perwerdehîya ewan da tîpên erebî tuneye . Ji bo Kurdên li welatên Sovyeta berê jî hînbûna tîpên erebî karekî sade nîne .
3- Di tîpên erebî da hin deng nayên nivîsîn . Ev kêmasîyeka mezin e û pirrî caran dikare wateya peyvan jî biguhurîne . Tîpa ( I,i ) di awayê erebî da nayê nivîsîn .
Mînak : كه تن – ئستاندن – كرن – خواندن – …
Ketin,standin,kirin,xwandin,… / Ketn,standn,xwendn, …
Wekî dibînin, tîpa ( I,i ) di awayê erebî da tuneye û ez kîmasîyeka mezin e .
4- Di tîpa latînî da mirov dikare bi hêsanî navên taybet ( kes,bajar,erdnigarî,… ) diyar bike, lê ev yek di tîpên aramî da pêk nayê .Tîpa gir û piçûk diyar nîne .
Mînak :
Ew Azad e . ( His name is Azad / Navê wî Azad e ) .
Ew azad e . ( He is free / Ew azad e, serbest e, ne girtî ye,..)
ئه و ئازاده .
Li vir da mirov nizane mebesta nivîskarê vê hevokê çi ye . Ka navê wî Azad e yan ew azad û serbest e . Hin mînakên din wek ya jorê :
ئه ز بێريڤانم . Ez Bêrîvan im . / Ez bêrîvan im .
Her du jî dibin, mirov gêj dimîne ka mebest kîjan e .
5- Bi tîpên aramî mirov nikare hin lêkeran li gor zagonên rêzimana Kurdî durust binivîse ( cihê bike ) .
Mînak : Hewa sar e . Tu baş î . Em Kurd in .
Wekî dibînin, li gor rêzimana Kurdî divê awayê kesandî ( tewandîyê ) lêkera Bûn cihê bê nivîsîn, lê bi tîpên aramî ( wek lêker ) ji hevdu cihê nayên nivîsîn û renge wateyê jî biguhurîne . Heman mînak bi tîpên aramî :
هه وا ساره . تو باشي . ئه م كوردن .
Mirov dikare hevoka duduyan bi du awayan bixwîne û dikare du wateyan jî bide . ( Tu baş î . / Tu başî – yanê qet tu başî û qencî na .)
6- Tîpên ( U,Û ) di gelek peyvan da ji hevdu diyar nînin .
Mînak :
كورد و كوردستان Kurd û Kurdistan
Ya yekem û sêyem U ye û ya duduyan jî Û ye, lê di nivîsê da diyar nîne . Divê mirov bixwe têbigihê .
7- Bi tîpên aramî mirov nikare navên malper,blog, … Kurdî vebike .
Mînak : rizgari.com رزگاري.كۆم
8- Di alfabeya aramî da mirov nikare rader ( infinitive ) û lêker ( verb ) ji hevdu diyar bike lê bi tîpên latînî ev yek pirr sade ye .
Mînak : Hîn bûn ( to learn ) Hînbûn ( learning ) هين بوون
Ev her du awa bi tîpên aramî wekhev in û tenê bi awayekî tên nivîsîn .
9- Kurd nikare xwe ji zanistê bê par bihêle . Navên zanistî bi tîpên aramî nayên nivîsîn û ereb,fars,urdû jî ji bo vê yekê tîpên latînî bi kar tînin .
Mînak :
H2o هاش دو ئۆ O3 ئۆ سه
10- Bi tîpên aramî mirov nikare herdem kurtnivîsî bike .
Mînak :
Yekîtîya Avrûpa (YA) / Dewletên Yekbûyêyên Amerîkayê ( DYA ),…
Kurtnivîsîya van peyvan bi tîpên aramî nayên nivîsîn û divê peyv bi giştî bê nivîsîn :
يه كيتييا ئاڤرووپا / ده و له تێن يه كبووييێن ئامه ريكايێ …
Ev nivîs ji rizgarî.com'ê hatiye girtin.
Rizgari.com, Azad Makûyî - *Emails are not allowed*