Wisa dixûyê ku ev cara yekem e tu hatî vir.Ji bo şandina pirsan tu jî bibe endam(qeyd bibe).Pirsekî ku tu bersiva (cevab) wî dizanî bibersivîne. (Rêveberî)

Pirsên Piranî tên Pirsîn

Silav ji te re! Bixêr hatî Pirsname yê.Li vir dikarî hemû agahiyan derbarê malpera Pirsnameyê de bibînî.Ji bo dîtina pirsên li jêr kerema xwe bitikîne ser pirsan. Pirsname logo
+ Tu dikarî li vir çi bikî ?
Bersiva me ya yekî ew e ku em dixwazin tenê bibêjin bila kurdîbe bila her tiştbe ye! Lê beriya pirsîn & bersivandin û şandina mîjarekî kerema xwe li ser malperê bigerin ka ew pirs beriya we ji aliyê yeke din ve hatiye pirsîn & bersivandin an na? Tu dikarî derbarê mîjarên jêr de jî tiştan bişînî ?
gotinen pesiyan teknist wejeya kurdi kovaren kurdi komen kurdi rojnameyen kurdi alfabeya kurdi ferhengen kurdi
+ Pirs û bersivên polîtîkayê di kategorî ya wê de pirs bike! (Xeta Sor)
Em naxwazin pirsên bereday û derbarê sîyaset û polîtîkayê bo vî malperê bibe astengî.Jiber ku em dixwazin bila kurd bi zimanê xwe binvîsin û her tiştî bi zimanê xwe bibînin.Belê tu dikarî pirsên xwe derbarê politîka û sîyasetê bipirsî lê kategoriya politika û sîyasetê bo mêvanan girtî ye! Û sipas bo piştgirîya te heval! Ez bawer im wek kurdek hestiyar tu jî naxwazî ku malpera me qedexe bibe û kurdên rojava ,rojhelat û nikaribin têkevin vir.
+ Çima lazim e ku ez bi alfabeya Kurdî binvîsim? (Xeta Sor)
Alfabeya Kurdî û rastnivîsîna kurdî bo me gelek girîng e.mir celadet eli bedirxan bo kurdan vî alfabeyê 100 sal ewil gund bi gund , bajar bi bajar geriyaye û tîpên (herf) kurdî amadekiriye.Tenê divê em bi vî alfabeyê binvîsin.
alfabeya kurdi
zimane kurdi
+ Kî pirsnameyê bi rê ve dibe ? Yanî moderator hene an na ?
Bersiva me : tu yî ! Em dixwazin gelek moderatoran hildin û ew pirsnameyê bi rê ve bibin.Me hê qirarek nedaye lê li gor pirs û xwedîderketina we em ê we bikin moderator!
+ Pergala pûandayînê çawa dixebite ?
Pergal ango sîstema pûan dayînê li gor jê re.Lê ji bo ku em dixwazin malperekî kurdîya bi qalîyek bilind avabikin divê tu reydayîna xwe bi dadî (edeletî )bikî.Mînak heke te pirsek erênî nedît pêl reya jêr bike lê heke tu pirs gelek erênî dît wê demê reya jor bike.
Posting a question: + 2 points
Selecting an answer for your question: + 1 points
Limit from up votes on each question: + 7 points
Limit from down votes on each question: 7 points
Posting an answer: + 1 points
Having your answer selected as the best: + 1 points
Add for all users: + 10 points




+ Ez ê çawa avatara profîla xwe biguherînim ? Ev gravatar çi quzzilqurt e?
Gravatar malperekî global e û xerîb e.Her kes dikare bi emaila xwe ya ku li vir qeyda xwe çêkiriye biçe li ser gravatar û qeyda xwe çê bike û dû re li vir jî heman (aynî) avatarê bibîne.Em otomatîk avatara we ji wir hildidin vir.Tiştek dinê bikî tune! li vir bo te pirsek hatiye amadekirin ka biçe û lê mêze bike; gravatar çi ye?
+ Pirsname ewleh e (sekûrîtî girîng e)? (Xeta Sor)
Pirsname, li ser hostingên xerîb tê meşandin û em jî wek we xwe diparêzim hevalno! Mirov nizane ji ku çi belayê were.Lê heta ji destên me tê em backup a malpera xwe her hefte hildidin, ewlehiya malperê qontrol dikin û tişt miştên we bi ti kesî re parve nakin û nekin jî!Jixwe em li vir kategorîya polîtîka molîtîka yê bo mevanan digrin helbet ku pirsên te yên polîtîk tune be bila ev xal ne xema te be lo! Heke dîsa jî pêşnîyarek te hebe kerema xwe bi me re parve bike da ku tiştek neyê serên me!
+ Xeynê van, pirsekî te yê din heye ?
Kerema xwe ewilî li ser malperê Pirske! .Bi pirsên xwe yên hêja Pirsnameyê bixemilîne!

Heke hişê te pirsek din hebe, kerema xwe ji me re binivîse
...