Wisa dixûyê ku ev cara yekem e tu hatî vir.Ji bo şandina pirsan tu jî bibe endam(qeyd bibe).Pirsekî ku tu bersiva (cevab) wî dizanî bibersivîne. (Rêveberîya Werger'ê)

pirsname.com çi ye ? Çawa dixebite ?

pirsname.com çi ye ?

pirsname.com , malpereke pirs & bersiv e.Lê hûn dikarin gotar ,helbest , gotin û biwêjin Kurdî ango nivîsekî jî bêpirs bişînin.

pirsname.com çima vî navê bikartîne ?

Armanca yekem tenê ev bû ku her kes bi wergera gotin , peyv û tiştekî bo zimanê Kurdî bipirsin.Lê piştre me dît ku valahîyek malperên Kurdî heye , ji bo wî me xwest bila her kes her tiştî bipirse.Tu astengî bo mîjaran tunebe.

pirsname.com ya kî ye ?

pirsname.com ji aliyê hin kesên ku kurdewar û dilê wan bo zimanê Kurdî lêdide ve hatiye damezirandin.

pirsname.com'ê de çawa dikarim binvîsim ?

Yekem divê tu bibî endam ji bo şandin/bersivandin/şîrovekirina mîjarekî.Wek hûn jî dizanin pêvajoyek dûr û ewlehî heye bo ku spam neyê kirin û mîjarên bereday neyên şandin. Kerema xwe beriya pirs şandinê çavên xwe li Rêzikên Werger'ê 'a Werger'ê bigerînin.

pirsname.com dikarim kîjan û tîpan û zimanan ve binvîsim ?

Armanca malpera me ew e ku em zimanê xwe bi aliyê nivîsandin/xwendinê de pêşte bibin.Bo wî tenê hewxeye ku pirsên we Kurdî be.

pirsname.com'ê de bi tîpên aramî jî dikarî binvîsî lê ji bo ku em şopa Mîr Celadet Elî Bedirxan de nin , ku bi tîpên latînî were nivîsandin baştir e.

pirsname.com de Moderator/Edîtor/Admîn hene ?

Niha tune lê pêşerojê de mirovên jêhatî wek moderator wê werin hildan.

pirsname.com 'ê de dikarim çawa binvîsim ?

Li ser wergerê pirs şandin pirr hêsan e , ji bo şandina pirsan prosesa şandina pirsekî lê jêr hatiye nivîsîn.

Pirsname logo

ji bo pêşnîyar û pirsên we (têkilî) bitikînin.

pirsname.comBi xêr hatî #Pirsname

...