Du serî di beroşekê de hilnayê, nakelin
Seriyê sewalan ku mirov dikelîne di beroşê de ,ji beroşekê re pir e. Wateya vê gotinê ew e ku heke tiştek têrî yekî bike divê yek bikar bîne,lewre solek ji du mirovan re nabe heke bibe jî her yekî ferek dikeve. Ji ber wê yekê jî tiştê nêvî bê hêvî ye.
Ev bersiv ji pirtûka Çiya Mazî/Gotinên Pêşiyan hatiye girtin.